Rê girêfîtka xwe vekir,qonax dirêje an kurt, Nexşerêya temenî de piçek jovanî û
şopên zarokatî yê.....
Min maç nekir tu tîk û deling
Nan û şorav besî min bo,
Serê min neço cihorê tu kesî.
Gelek gotînên tîj li ser ezmanê min tehisî
Tenê ez pê di-êşiyam
Min ceribandin hemû cudabûn,
Gelek dil min ji xwe dûr xistin.
Sabrek mirar di nava kulanên mejî yê min de
Gelek şevan laşê min xuh dida,
Lê Lihêf û doşeka min dicemidîn.
Ezraîl di nava kulanan de,
Li min digeriya,
Çi gotinên min tune ye, ji gerdûnê re,
Avisê qiyametê ye, dizanim
Neqenciyên min,
Pistûya min ve hialvistî ye
2012
Ehmet BAŞAK
No comments:
Post a Comment